Heyva Sor a Îranê: Zêdetirî 6 hezar avahiyên sivîl zirar dîtin

Serokê Heyva Sor a Îranê Pîr Huseyîn Kolîvand ragihand ku ji destpêka êrîşên hewayî yên DYE û Îsraîlê ve  li seranserê Îranê zêdetirî 6 hezar avahiyên sivîl zirar dîtin.

Serokê Heyva Sor a Îranê Pîr Huseyîn Kolîvand di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku ji destpêka êrîşên hewayî yên DYE û Îsraîlê ve  li seranserê Îranê zêdetirî 6 hezar avahiyên sivîl zirar dîtin.

Kolivand diyar kir ku ji ber êrîşan binesaziya sivîl li gelek sektorên cûda zirareke cidî dîtiye. Hat destnîşankirin ku di nav avahiyên zirar dîtîine de 5,535 xaniyên niştecîhî û 1,041 avahiyên bazirganî hene.

Hate diyarkirin ku 65 dibistan, 14 navendên tenduristiyê û 13 tesîsên aîdî Heyva Sor a Îranê di êrîşan de zirar dîtine.